Fetwayen Kurdi
Ji aliyê dînê ve mafê mêr heye ku doza zarokan li jina xwe bike?

Ji aliyê dînê ve mafê mêr heye ku doza zarokan li jina xwe bike?

Pirs: Ji aliyê dînî ve, mafê mêr heye ku ji pîreka xwe daxwaza zarokan bike yan na? Mesela du zarok hene, mêr doza yê/a sêyem dike. Di vê mijarê de di dînê me de tu ferman, tewsiye yan jî şîrove hene? Ango ma di zewacê de divê pir zarokên meriv hebin?

Bersiv: Zewac, da ku meriv bibe xwedî zarok, heye. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Di şevên rojiyê de çûyîna nivînên jinên we li we hatiye helalkirin. Ew ji bo we cil in, hûn jî ji bo wan cil in. Xwedê, bi we dizane ku hûn bi xwe re îxanetê dikin, vêca Xwedê, tobeya we qebûl kir û li kêmasiyên we bihurî. Niha, hûn dikarin biçin nivîna hevserên xwe û Xweda ji bo we çi nivîsandibe, wî bixwazin…”[1]

Îfadeya “Xweda ji bo we çi nivîsandibe, wî bixwazin” ku di ayetê de derbas dibe, têkilatiya bi jinan re bi mebesta çêbûna zarokan ve girêdide. Ji vê bonê ne ku mafê zilam ê xwestina zarokan heye, belbî ev ji bo wî peywirek e. Ji ber vê ye ku ji Pêxemberê me (s.a.w) wiha hatiye ragihandin:

Cabir kurê Ebdullah (x.j.q) dibêje, Qasidê Xwedê (s.a.w) got:

“Ey Cebir! (فعليك بالكيس الكيس )Tu li xwestina zarokan biqate be.”[2]

Di hedîseke din a ku ji Me‘qel kurê Yesar (x.j.q) hatiye ragihandin, Pêxemberê me (s.a.w) wiha gotiye:

“…Bi pîrekên ku pir ji mêrên xwe hez dikin û pir zarokan tînin re bizewicin. Lewra ez ê roja qiyametê de li hember umetên din bi pirbûna we, şanaz bim.”[3]

 “Pîrek ku pir zarokan bînin dinyayê, çawa ku dibe wesîle ji bo bextewariya malbatê her wiha ji aliyê madî ve jî wesîleya herî mezin e ji bo pêşveçûna civata xwe. Di vê mijarê de hin ji zanyarên roja me, wiha dibêjin:

 “Di dawiya jiyana xwe ya 75 salan de ez gihaştim felsefa pêşveçûnê: Pêşveçûn, mîna darekê ye. Dara pêşveçûnê kok/rehên wê, qurmên wê, şaxên wê, pelên wê û mêweyên wê hene. Reha dara pêşveçûnê; ziman, dîn û huner e. Qurmên wê; serjimar û piraniya nifûsê ye. Şaxên wê; çalakiyên aborî yên pêşveçûnê temam dikin. Welatê ku nifûsa wê ne pir be, qurmê dara pêşveçûnê, bi pêş nakeve. Ji bo pêşveçûnê beriya şaxan, divê reh û qurm bên bihêzkirin. Di demên xwe de nivîskarên mîna A. Smith, Colin Clark, Frederik Listy Myrdal bi berfirehî, girîngiya rola nifûsê ji bo pêşveçûna aborî, rave kirine…”[4]

Di dinyayê de ji 36 dewletên ku hêza wan a pêşveçûnê ya herî bilind e, 25’ên wan ango ji sedî 70’yê wan zêdebûna nifûsa wan weset e: ( di navbera % 1-2). Lê belê ji wan, çar dewlet ango ji sedî 11’e zêdebûna serjimara wan giran e û ji % l’î kêmtir e. Di vê rewşê di navbera hêza dewletê ya pêşveçûnê û hêza wê ya zêdebûna serjimarê de tifaqek bi awayê erênî heye.[5]



[1] Beqere, 2/187.

[2] Buxarî, Nîkah, 122.

[3] Ebû Dawûd, Nîkah, 3; Nesaî, Nîkah,11.

[4] Sabahaddin Zaim, Türkiye’de Nüfus Meselesi, rp. 11.

[5] Sünen-i Ebu Davud Terceme ve Şerhi, amadekar: Necati Yeniel, Hüseyin Kayapınar, Weşanxana Şamil, Stenbol 1989, VIII, 70-71.