Fetwayen Kurdi
Jina ku peywirên xwe yên jinantiyê nayîne cih, ma mêrê wê dikare pê re îxanetê bike?

Jina ku peywirên xwe yên jinantiyê nayîne cih, ma mêrê wê dikare pê re îxanetê bike?

Pirs: Ev nêzî deh sala ye ku ez bi mêr im. Ez ji mêrê xwe ez dikim û zarokekî me jî heye. Mêrê min bi pîrekeke din radibe û rûdinê. Sebebê vî tiştî jî ku ez nikarim bi mêrê xwe re rakevim. Ez li hember vî tiştî sar im, mêrê min daxwaz dike, lê belê ez naxwazim. Ji ber ku ez berpirsyariya xwe ya jinantiyê nayînim cih, mêrê min bi min re îxanetê dike û dere bi hin pirekên din re radikeve. Ev tiştê hanê rast e?

Bersiv: Çi dibe bila bibe –bi tu hincetan-, zina nayê kirin. Di jiyana mêr û jinantiyê de têkiliya cinsî cihekî pir girîng digire. Kesên ku pirsgirêkên wan ên cinsî hebin, divê teqez çareser bikin. Madem hûn ji mêrê xwe hez dikin, da ku hûn pirsgirêka xwe çareser bikin divê hûn serî li doktorekî pispor bidin û çi ji destê we bê hûn bikin. Lewra tedawîkirina manendê van nexweşiyan ne pir zehmet e. Her nexweşiya ku Xwedê Teala daye, teqez çareserî jî ji bo wê daye.

Qasidê Xwedê Teala wiha ferman dike: Ji Usame kurê Şerîk (x.j.q) wiha hatiye ragihandin bedewiyan gotin: “Ey qasidê Xwedê! Dema ku em nexweş bikevin em serî li tedawîyê bidin?” Qasidê Xwedê (s.a.w) got: “Belê, tedawî bibin. Gelî bendeyên Xwedê! Tedawî bibin. Lewra ji bo her nexweşiya ku Xwedê ew afirandiye, -ji yekê pê ve- teqez şifaya wê (rêya tedawikirina wê) jî afirandiye. Li ser vê, dema pirsîn “Ey Qasidê Xwedê! Ew nexweşî kîjan e?” Got: Kalîtî ye.”[1]



[1] Tirmizî, Tib, 2; Ebû Dawûd, Tib, 1; Îbn Mace, Tib, 1.