Fetwayen Kurdi
Jina min bi pey yekî ket. Ma ez dikarim wê bînim?

Jina min bi pey yekî ket. Ma ez dikarim wê bînim?

Pirs: Jina min çar zarokê wê hene û bi pey yekî ket. Niha jî lava dike û dibêje “were min xelas bike”. Ji aliyê dînî ve, divê ez çi bikim? Eger ez wê xelas bikim, gelo ez dikevim guneh? Lewra bi yekî din re nîkaha xwe ya dînî biriye. Di vê rewşê de ka ez çi bikim?

Bersiv: Heta ku hûn jina xwe bernedin, nîkaha wê ya bi yekî din re nayê qebûlkirin; ew zinayê dikin. Eger hûn bixwazin, hûn dikarin wê qebûl bikin. Hûn ê, jê daxwaza ku xwe ji tiştên wiha bi temamî dûr bigire, poşman bibe û tobe bike, bikin. Eger hûn wê qebûl bikin, -heta ku bi awayekî tam û aşkere xuya bibe ku ew ne bi hemle ye-, divê hûn pê re nekevin têkilatiya cinsî.