Fetwayen Kurdi
Ji tirsa zor û zehmetiyên madî malbata min naxwaze min bizewicîne. Divê ez çi bikim?

Ji tirsa zor û zehmetiyên madî malbata min naxwaze min bizewicîne. Divê ez çi bikim?

Pirs: Seyda, ez xortekî 20 salî me. Ez û keça eqrebayekî min, em jihev hez dikin, lê belê malbata min, wê naxwaze. Her gav hin hincetan dikin asteng. Hinekî jî ji ber tirsa wan a madî; em nikarin te bizewicînin. Divê ez çi bikim?

Bersiv: Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike:

Ji nîşanên hebûna Wî ye ku ji we re ji nefsa we hevjîn afirandine da ku hûn pê sebir û hedanê bibînin û di navbera we de evîn û merhemet peyda kiriye. Birastî di vê de ji bo civateke ku bifikire îbret hene.”[1]

 “Ezebên xwe, kole û qerwaşên xwe yên munasib jî bizewicînin. Eger ew xizan bin, Xwedê ji kerema xwe dê wan dewlemend bike. Xwedê xwedanê keremeke berfireh e û zana ye.”[2]

Mîna ku di ayetê de derbas dibe, fermana zewicandina xortan, li weliyê wan hatiye kirin. Ê ku dê we bizewicîne jî malbata we ye. Ji ber vê yêkê divê hûn li rewşa wan jî binihêrin. Bi malbata xwe re rûnên, hûr û kûrê rewşa xwe jihev re re zelal bikin. Ji wan re bibêje ku feqîrî nabe asteng ji bo zewacê, heta divê nebe asteng jî û gotina Xwedê Teala “Eger ew xizan bin, Xwedê ji kerema xwe dê wan dewlemend bike.” ya ku di ayeta jor de derbas bû ji wan bixwîne. Di demeke pir kin de keçikê ji malbata wê bixwazin û dest bi amadekariya dawetê bikin. Heta daweta xwe jî sebir bikin û nekevin tu gunehan.

Pêxemberê me (s.a.w) wiha gotiye:

“Gelî xortan! Qaweta we kê û zewacê hebe bila bizewice. Ew kesê qawet û derfeta wî ya madî tune be, bila rojiya (sunet/nafîle) bigire. Lewra rojî şehwetê dişikîne.”[3]

Eger hûn fermanên Xwedê û Qasidê Wî bînin cih, Xwedê jî dê kar û barê we hêsan bike.



[1] Rûm, 30/21.

[2] Nûr, 24/32.

[3] Buxarî, Nîkah, 3; Muslim, Nîkah, 1.