Fetwayen Kurdi
Tu ayetek ku behsa bişîrvekirina zarokê bike heye?

Tu ayetek ku behsa bişîrvekirina zarokê bike heye?

Pirs: Keça min du salî ye û hîn jî şîrê diya xwe vedixwe. Tiştê ez dixwazim hîn bibim, heta çend salan meriv dikare zarokê şîr bide?

Bersiv: Di derbarê şîrdayinê de Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike:

Bila dayik heta du salên tekûz şîr bidin zarokên xwe. Ev, ji bo yên ku dixwazin dema şîrdayînê temam bikin. Xwarin û vexwarina wan li gorî me‘rûfê, li ser bavê zarok e. Li gorî hêza xwe bi tenê meriv tê binbarkirin. Divê ne dê ne jî bav, bi sedem zaroka xwe zirarê bibîne. Li ser mîratxwerê (bavê zarokî) jî heman tişt heye. Eger dê û bav, bi hev bişêwirin; li hev bikin û bixwazin zarok ji şîr vekin, vêca tu guneh li ser herduyan tune ye. Eger hûn bixwazin (bi yeka din) bidin mijandin piştî ku hûn heqê wê yê diyarkirî li gorî me‘rûfê bidinê, li ser we tu guneh tune ye. Ji Xwedê bitirsin û bizanin ku birastî Xwedê bi her tiştê ku hûn dikin bîner e.”[1]

Hukmê “Bila dayik heta du salên tekûz şîr bidin zarokên xwe. Ev, ji bo yên ku dixwazin dema şîrdayînê temam bikin” ya di ayetê de derbas dibe, çaxa şîrdayinê bi du salan dawî kiriye. Li gorî vê, bi şertê ku mêr û jin bi hev re biryarê bigirin, pêkan e ku beriya du salan jî zarokê bişîr vekin. Lê belê, tê fêhmê ku zarokê du salên xwe qedandibe, divê êdî were bişîrvekirin.

Ji navnîşana jêr hûn dikarin bersiveke mîna vê temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kurana-gore-bebekler-24-ay-mi-30-ay-mi-emzirilir.html



[1] Beqere, 2/233.