Fetwayen Kurdi
Ma mêr û jin dikarin li derve bi destê hev bigirin û bimeşin?

Ma mêr û jin dikarin li derve bi destê hev bigirin û bimeşin?

Pirs: Di Îslamê de gelo caiz e ku mêr û jin li derve bi destên hev bigirin û bigerin?

Bersiv: Di gera jin û mêr de li derve dest bi dest, ji aliyê dînî ve tu mehzûrek wê tune ye. Lê belê, Îslama ku heta di îbadetan de jî rêya navîn ferman dike, çiqas mêr û jin bin jî dixwaze ku li derve li hal û hereketên xwe miqate bin. Li gorî vê, ku li derve bi destên hev bigirin, tu mehzûra wê tune ye. Encax ne caiz e ku di rewşeke ku bala însanan bikişînin ser xwe, bi hev re bimeşin.