Fetwayen Kurdi
Herambûna faîzê gelo bi sedem ku navgîn e ji bo zulm û zordestiyê?

Herambûna faîzê gelo bi sedem ku navgîn e ji bo zulm û zordestiyê?

Pirs: Gelo faîz, bi sedem ku navgîn e ji bo zulmê an jî sirf bi sebeb ceribandin û îmtihankirinê, hatiye qedexekirin? Mesela li vir ango li Norwêçê, meriv dixwazin malê bikirin û ji bankê pera dikişînin, lê belê bi faîzê. Ez dixwazim vê bûyerê bi mînakekê ji we re vebêjim. Em ferz bikin, şexsek xaniyekî diecibîne, bihayê malê 1 milyon e diçe bankê û pereyê xanî ji bankê bi deyn distîne, piştre bi wade di hundurê 20 salan de dê deynê xwe bide. Her meh digel faîza wî jî,10 lîre deynê xwe dide. Xaniyê ku kiriye jixwe du qat e di yekî de kirêdar heye û ew bi xwe jî 10 lîreyan dide. Ango xwediyê malê bi perê ku ji kirêdarê xwe distîne deynê xwe dide. Piştî ku 20 sal dibore bê ku ji berîka wî qirûşek jî derkeve dibe xwediyê xanî û dewlet jî bi sedem ku ew deyndarê bankê ye ji qezenca wî hindik bacê distîne. Ango kesê ku bi deyn pere kişandiye ji her aliyî ve di karê de xuya dike. Gelo ew rewş dîsa jî dikeve bin faîzê? Ez li vir ji însanan re dibêjim ku ev faîz e. Hûn nabêjin çi?

Bersiv: Eger Xwedê Teala tiştek qedexe kiribe, lêpirsîn û lêgerîna ka gelo çima hatiye qedexekirin, li me nakeve. Di rewşên wiha de tiştê lazim e ku bê kirin, ku meriv serê xwe li ber fermana Xwedê Teala bitewîne.  Binaenaleyh, eger faîz hatibe qedexekirin/heramkirin, ev ne bi sedem ku navgîn e ji bo zulmê, belbî bi sedem ku Xwedê Teala ev qedexe kiriye, hatiye heramkirin. Tiştên ku we behsa wê kir, dikeve bin hukmê faîzê, heram e.