Fetwayen Kurdi
Ma faîz, ji ber ku navgîn e bo zilm û zordestiyê hatiye heramkirin?

Ma faîz, ji ber ku navgîn e bo zilm û zordestiyê hatiye heramkirin?

Pirs: Gelo faîz, bi sedem ku navgîn e ji bo zilm û stemê yan jî sirf bi sebeb ceribandin û îmtihankirinê, hatiye qedexekirin? Mesela li vir ango li Norweçê, meriv dixwazin malê bikirin û ji bankê pereyan dikişînin, lê belê bi faîzê. Ez dixwazim vê bûyerê bi mînakekê ji we re vebêjim. Em ferz bikin, şexsek xaniyekî diecibîne, bihayê xênî 1 milyon e, diçe bankê û pereyê xênî ji bankê bi deyn distîne. Piştre bi wade di hundirê 20 salan de dê deynê xwe bide. Her meh digel faîza wî jî 10 lîre deynê xwe dide. Xêniyê ku kiriye jixwe du qat e di yekî de kirêdar heye û ew bi xwe jî 10 lîreyan dide. Ango xwediyê malê bi pereyê ku ji kirêdarê xwe distîne deynê xwe dide. Piştî ku 20 sal dibore, bê ku ji berîka wî qirûşek jî derkeve dibe xwediyê xanî û dewlet jî bi sedem ku ew deyndarê bankê ye ji qezenca wî hindik bacê distîne. Ango kesê ku bi deyn pere kişandiye ji her aliyî ve di karê de xuya dike. Gelo ew rewş dîsa jî dikeve bin faîzê? Ez li vir ji însanan re dibêjim ku ev faîz e. Hûn nabêjin çi?

Bersiv: Eger Xwedê Teala tiştek qedexe kiribe, lêpirsîn û lêgerîna ka gelo çima hatiye qedexekirin, li me nakeve. Di rewşên wiha de tiştê lazim e ku were kirin, meriv serê xwe li ber fermana Xwedê Teala bitewîne. Ji ber vê yêkê eger faîz hatibe qedexekirin/heramkirin, ev ne bi sedem ku navgîn e ji bo zilm û stemê, belbî bi sedem ku Xwedê Teala ev qedexe kiriye, hatiye heramkirin. Tiştên ku we behsa wê kir, dikeve bin hukmê faîzê, heram e.