Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare bi rêya bankê xanî bikire?

Ma mirov dikare bi rêya bankê xanî bikire?

Pirs: Ez dixwazim xaniyekî bikirim. Ne ji ber îhtiyaciyê belbî da ku bibe yê min. Ji ber ku derfeta min tune ye ez bi pêşinî bikirim, ez dixwazim pirsa muameleya bankekê bikim. Ji ber ku ez bi pêşinî nakirim, banka xanî dikire û bi wade difiroşe min. Bank 40 milyarî dide û xanî dikire, ez 24 mehan her mehê 2 milyaran didim, bi temamî bi 48 milyaran li ser min dibe mal. Banka dema vê muamelê dike 860 milyonî bi mesrefî digire. Dilê min nerihet e, ji lewre min xwest ku ez bipirsim.

Bersiv: Banka, xanî nakire û nafiroşe we. Lê belê, eger bi awayê leasing an jî bi awayê kirêkirina fînansê be, wê demê dikare bikire û bifiroşe. Di zagona Mortgage de ev awayê han heye. Eger banka vî tiştî bike wê demê bê ku hûn têkivin faîzê, hûn dikarin bibin xwedî xanî.

Ji bo bersiveke me ya bi awayê vîdeoyê ji kerema xwe re serî li lînka jêr bidin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/gunumuzde-faize-bulasmadan-ev-sahibi-olmak-mumkun-mudur.html