Fetwayen Kurdi
Gelo promosyona ku bank didin memûr û karkeran, helal e?

Gelo promosyona ku bank didin memûr û karkeran, helal e?

Pirs: Ez memûrê dewletê me. Saziya me, li navçeya me ji bo razandina meaşê/mehana me ji hemî bankan dipirse û bi banka ku dê herî zêde promosyonê bide memûran peyman girê dane. Banka jî li hember razandina meaşê me di banka wan de ji bilî meaşê me perekî xuya dide me. Hin hevalên me dibêjin ku dayina wê diyariyê heram e. Lewra banka saziyeke ku ji faîzê karê bi dest dixe. Gelo stendina pereyê ku banka li hember razandina mehana me di banka wan de durist e yan an?

Bersiv: Faîz, dahatuya ku ji deyn tê bidestxistin. Ê ku di vî karî de berê pereyan bi deyn dide bankê û ji wî deynî kara faîzê bi dest dixe, dewlet e. Dewlet jî ji bankê dixwaze ku wî bide memûran. Ji ber vê yekê ev pere ji bo dewletê dibe faîz, lê belê ji bo we karkeran ango ji bo memûran nabe faîz. Lewra peyman ne bi we re; belbî di navbera dewlet û bankê de pêk hatiye. Ji vê bonê di stendina we de tu mehzûrek tune ye.

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/bankalarin-memurlara-verdigi-promosyon-parasi-helal-midir.html