Fetwayen Kurdi
Zemên memûran ên ku dereng tên razandin, gelo dibe faîz?

Zemên memûran ên ku dereng tên razandin, gelo dibe faîz?

Pirs: Ez karmendê dewletê me. Mîna ku tê zanîn zem hate ser mehana me. Ji bo şeş mehên ku pêş, me mehana xwe bê zem girtiye û meaşê me digel ferqa biderengxistinê tê dayin. Bi temamî wiha dinivîse: “Bi sedem biderengxistina dayina zemê, karmend û muteqawidên dewletê ji bo mehên borî bi nisbeta %2,25 ferq tê dayin.” Gelo caiz e ku em vê ferqê bi kar bînin? Eger ne caiz be, divê em çi bikin?

Bersiv: Faîz, zêdeyiya ku bi sedem deyn tê stendin. Mijara ku behsa wê hate kirin, ne tiştekî wiha ye. Ji vê bonê ferqa ku dê bê dayin. nabe faîz.

Prof. Dr. Servet Bayındır