Fetwayen Kurdi
Ji bo kişandina krêdiyê, gelo caiz e ku meriv bibe navgîn?

Ji bo kişandina krêdiyê, gelo caiz e ku meriv bibe navgîn?

Pirs: Bavê min, ji bo ku deynên xwe biqedîne ji min dixwaze ku ez ji bankê krêdiyê bikişînim. Ez jî naxwazim bikişînim. Lewra di destê bavê min de derfet û îmkanên dayina deynên xwe hene. Mîna dikare xaniyekî xwe bifiroşe. Lê belê naxwaze vê bike. Her dem dibêje ku ez ê pereyên te bidim te. Dema min got “naxêr ez krêdiyê nakişînim” ji min re got ku ez mafê xwe yê bavîtiyê li te helal nakim. Ma birastî jî heqê wî dikeve stûyê min? Di vê rewşê ez çi bikim? Hûn dikarin bi min re bibin alîkar?

Bersiv: Di mijara îsyan û rabûna li ber fermana Xwedê Teala, ji ebdan re serî tewandin û îtaet nayê kirin. Bi stendina krêdiyê ji bankê bi faîz dibe ku hûn bavê xwe razî bikin, lê belê vê carê hûn îsyaniya Xwedê Teala dikin. Hewl bidin ku hûn vê yekê pê bidin fêhmkirin. Eger derfet û îmkanên we hebin hûn bi deyn pereyan bidin bavê xwe û îhtiyaciya wî ji holê rakin, bikin. Gotina wî ya ku ez mafê xwe li te helal nakim di vir de ne muhîm e. Lewra îtaeta dê û bavan di hundirê sînorên ku Xwedê Teala kişandiye pêk tê. Ji derveyî vê, di mijarên ku dibin îsyankarî û rabûna li ber fermanên Xwedê Teala, ne pêwîst e ku hûn îtaeta wan bikin. Lê belê mîna ku me di serî de jî got, eger hûn bikaribin bi rêyên helal jê re bibin alîkar, we karekî baş kiriye.