Fetwayen Kurdi
Hukmê ku meriv ji bo yekî krêdiyê bikişîne çi ye?

Hukmê ku meriv ji bo yekî krêdiyê bikişîne çi ye?

Pirs: Ez 39 salî me û bi malbata xwe re dijîm. Ez li cihekî dixebitim. Bê ku ez bi malbata xwe re bişêwirim, ji bo hevalekî xwe yê ku ketibû rewşeke nexweş, min ji bankê krêdî kişand. Deynên krêdiyê ew dide, hin caran dema dikeve zor û zehmetiyan jî ez alîkariya wî dikim. Malbata min bi wesîleyekê ji meseleya krêdiyê haydar bû. Bavê min dibê “bê ku tu ji me bipirsî te çima tiştekî wiha kir” û hinekî ji min aciz bû. Ji ber vê yekê gelo rizaya dê û bavê xwe ez ê çawa bidest bixim? Ez pir bêhuzûr im.

Bersiv: Herçiqas ji bo yekî din be jî bi kişandina krêdiyê hûn bûne hevparê gunehê faîzê. Ji vê bonê divê hûn tobe bikin, Ji Xwedê Teala bexşandina xwe bixwazin û careke din ji bo yekî din be jî teqez têkilî krêdiyê mebin. Eger hûn wiha bikin Xwedê Teala dê gunehê we bibexşîne, eger hûn îbadetên xwe bi berdewamî bikin dê wan gunehên we bi xêran biguherîne. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ew ên ku digel Xwedê îbadetê ji mebûdekî din re nakin û bi neheqî ew canê ku Xwedê (kuştina) wî heram kiriye nakujin û zinayê nakin. Kî ku van bike dê (li axretê) rûbirûyî ceza bibe.

Roja qiyametê ezabê wî dê qat bi qat zêde bibe û bi şerpezeyî her û her dê tê de bimîne. Lê belê yê ku tobe bike, bawerî bîne û karê qenc bike, ew cuda ye. Xwedê gunehên wan bi xêran diguherîne. Xwedê gunehjêbir e, dilovîn e.

Kî ku tobe bike û kar û kiryarên qenc bike, bêguman ew ê bi tobeyeke meqbûl li Xwedê vegere.[1]

Ji aliyê din ve bi sedem ku ev tişt ne karekî li hember dê û bavê we ye, ji bo vê hûn nakevin tu gunehekî din.



[1] Furqan, 25/68-71.