Fetwayen Kurdi
Kesê mecbûrî faîzê dibe, gelo di guneh de dibe mîna yê ku faîzê dixwe?

Kesê mecbûrî faîzê dibe, gelo di guneh de dibe mîna yê ku faîzê dixwe?

Pirs: Di herambûna faîzê de tu guman tune ye. Lê belê dema meriv li ayetên Qur’ana pîroz dinihêre meriv dibîne ku her gav ên ku faîzê dixwin tên sûcdarkirin û zemkirin. Meriv dibêje qey Qur’an’a Pîroz, ên ku mecbûr in faîzê bidin xwarin mîna mexdûr û bindestan dinirxîne. Heta di dawiya ayeta bi mijarê re têkildar e wiha tê gotin: ““Eger (deyndar) destteng be, heta destfirehiyê li hêviyê tê sekinandin. Eger we bizanibûna, lêborîna we ji we re hîn çêtir e.”[1] Li hember vê, di hedîsên derbarê faîzê de sirf di riwayeteke ku ji Îbn Mesûd hatiye ragihandin bi tenê Qasidê Xwedê gotiye ku “Lanet li yê ku faîzê dixwe û yê dide xwarin be” di riwayeta ku ji Ebû Dawûd tê ragihandin “Li yê ku dibe şahid û yê ku muamelê dike jî lanet be” hatiye zêdekirin. Di rewşeke wiha de meriv bindestê ji bêçaretî mecbûr dimîne ku faîzê qat bi qat bide, wî û zordestê faîzxwer ji aliyê ketina di guneh û heramiyê de wekî hev binirxîne, gelo çiqas munasibê edl û dadmendiya Xwedê ye?

Bersiv: Xwarina faîzê ji gunehên mezin e. Tê ragihandin ku Qasidê Xwedê wiha gotiye:

“Xwe ji heft tiştên meriv dibin xeterê biparêzin. ”

– Gotin: Ey Qasidê Xwedê, ew çi ne?

Got: “Meriv şirîkan ji Xwedê çêbike, kirina efsûnê, bi sebebekî mafdar ne tê de kuştina canekî ku Xwedê kuştina wî qedexe kiriye, xwarina faîzê, xwarina malê sêwîyan, reva ji cenga li hemberî neyaran û meriv bêbextiya zinayê têxe stûyê pirekên bawermend ên bi namûs.”[2]

Xwedê Teala, ji ber ku li me ferman dike ku em xwe ji gunehên mezin dûr bigirin, xwarin û dayina faîzê jî dikeve naveroka vê qedexeyê.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

Çi tiştên di erd û asîmanan de hene her ên Xwedê ne. Ev, da ku (Xwedê) yên nebaşî kirine wan celat bike û yên ku başî jî kirine bi ya herî rind xelat bike. Ew ên ku xwe ji gunehên mezin û (cureyên) fehşîtiyan dûr digirin; gunehên din ne tê de. Birastî lêborîna Xwedayê te berfireh e.”[3]

Kesê faîzê dide, ê herî nêzî wî gunehê mezin e. Însan tu carî mecbûr namîne ku malê xwe bi faîzê bide, lê belê dibe ku mecbûr bimîne ku bi faîzê malekî bistîne. Ev ayeta han mîna mêzgînîyekê ye ji bo kesên wiha:

 “Eger hûn xwe ji gunehên mezin ên ku li we hatine qedexekirin biparêzin, Em ê li gunehên we biborin û Em ê we bixin cihekî birûmet.”[4]

Eger meriv pir mecbûr nebe divê meriv nekeve rewşên wiha.

Em tewsiye dikin ku hûn ji lînka jêr pirs û bersiveke mîna vê temaşe bikin.

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/faizle-borclanmak-faiz-yemek-gibi-buyuk-gunah-midir.html



[1] Beqere, 2/280.

[2] Buxarî, Wesaya, 23; Muslim, Îman, 145 (89).

[3] Necm, 53/31-32.

[4] Nîsa, 4/31.