Fetwayen Kurdi
Ma caiz e ku meriv krêdiya fêrbûnê bistîne?

Ma caiz e ku meriv krêdiya fêrbûnê bistîne?

Pirs: Gelo caiz e ku meriv krêdiya fêrbûnê bistîne? Ango ev dikeve ber hukmê faîzê?

Bersiv: Di malpera Saziya Krêdî û Wargehan de di derbarê dayina deynên krêdiya fêrbûnê de ev agahiyên han cih digire:

“Deynê xwendekarên ku ji saziya krêdiya fêrbûnê girtine, ji mêjûya ku krêdiya fêrbûnê hatiye dayin heta dema ku mezûn bibin an jî bi çi sedemî be heta mêjûya ku krêdiya wan bê birîn; li ser miqdarê krêdiya fêrbûnê, zêdebûnên Endeksa Bihayê Tiştan Bi Tomerî ya Saziya Îstatîstikên Turkiyeyê, tê bicihanîn, bi şeklê ku ew mîqdar li ser were îlavekirin, tê hesabkirin.”

Di vê rewşê de di girtina krêdiya fêrbûnê de tu mehzûrek tune ye.

Bersiveke me ya bi awayê vîdeoyê ji kerema xwe re ji lînka jêr temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kredi-ve-yurtlar-kurumununun-ogrenim-kredisini-almak-caiz-midir.html