Fetwayen Kurdi
Da ku meriv pereyan bi neqît bistîne, gelo caiz e ku meriv karta krêdiyê li cem esnafan bikar bîne?

Da ku meriv pereyan bi neqît bistîne, gelo caiz e ku meriv karta krêdiyê li cem esnafan bikar bîne?

Pirs: Seyda, gelo di huqûqa Îslamê de bê ku meriv kirîn û firotineke rastîn bike, meriv bi rêya karta krêdiyê xwe têxe bin deyn û ji esnafan pereyên neqît bistîne, caiz e?

Bersiv: Ev kirin, ne caiz e. Ev di bin navê kirîn û firotinê de rasterast karê faîzê ye. Lewra ji esnaf bi neqît 97 lîre tê stendin lê belê 100 lîre ji bankê re tê dayin. Zêdeyiyeke wiha di deynan de faîz e. Lewra faîz, kara ku ji deyn tê bidesxistin.

Dîrok, bi pir rê û mînakên faîzê yên ku di bin navê kirîn û firotinê de hatine kirin tije ye.

Di derbarê mijarê de hûn dikarin ji malpera me www.suleymaniyevakfi.com ji pirtûka me ya Ticaret Ve Faiz xwe bigihînin agahiyên hîn berfirehtir.