Fetwayen Kurdi
Ma caiz e ku seraf, zêr bifiroşin û yekser bikirin û li hember wê pereyan bidin?

Ma caiz e ku seraf, zêr bifiroşin û yekser bikirin û li hember wê pereyan bidin?

Pirs: Ez zêrker im. Zêr dikirim û difiroşim. Carinan hîn ez zêr ji qasê dernaxim ez difiroşim. Pereyê wê didim însanan. Gelo ev kirina min caiz e?

Bersiv: Karekî wisa ne caiz e. Lewra di bazirganiya malên ku taybetmendiya wan ya peretî heye, divê meriv riayeta şertên serafiyê bike:

Di bazirganiya malên wiha de rê û rêbaza bingehîn; eger herdu mal ji yek cinsî bin divê mîqdarê wan wekî hev, dest bi dest û pêşin bin. Di halê ku cureyê herdu malan ne yek bin (mîna ku di pirsa we de derbas bû guhertina pereyan bi zêr) divê kar pêşin be, dest bi dest be û li gorî biha û qîmetê wê rojê bê kirin.

Prof. Dr. Servet Bayındır