Fetwayen Kurdi
Meriv li ser înternetê zêr bikire û bifiroşe, caiz e yan na?

Meriv li ser înternetê zêr bikire û bifiroşe, caiz e yan na?

Pirs: Ma mirov bi rêya înternetê zêr bikire û bifiroşe û bi vî awayî pereyan qezenc bike, helal e yan na?

Bersiv: Bi şertê ku kirîn û firotin bi pêşin be û teslîmgirtina zêr bi dest/bi qeydkirina li hesabê li Bankê be, caiz e. Lewra Pêxemberê me (s.a.w) di kirîn û firotina zêr de pêşinatî, teslîmgirtin û stendina zêr û pereyan, şert dêraye:

Zêr bi zêr, zîv bi zîv, genim bi genim, ceh bi ceh, xurme bi xurme û xwê bi xwê, ji heman cureyî (yek bi yekî), wekî hev bin û bi pêşin bin dibe. Eger cureyê wan cuda bin, bi şertê ku pêşin bin, çawa bixwazin hûn dikarin bifiroşin.”[1]



[1] Muslim, Musaqat, 81 (1583).