Fetwayen Kurdi
Hukmê kişandina krêdiyê ji bankê, bo leşkeriya bi bedêlî çi ye?

Hukmê kişandina krêdiyê ji bankê, bo leşkeriya bi bedêlî çi ye?

Pirs: Di mijara bedêla ji bo leşkeriyê hin pirsên hevaline me hene. Bi sedem ku bedêla hatiye diyarkirin pir bilind e, pir heval difikirin ku krêdiyê bikişînin. Ji ber ku tu malekî tê kirîn û firotin li holê tune ye, rasterast dayina faîzê heye. Wiha tê gotin: Di halê ku em herin leşkeriyê nexasim di mijara limêjê de em ê pêrgî pirsgirêkan bên û dê menawiyeta me zirarê bibîne. Ên ku diçin leşkeriyê û hatine hemî vî tiştî diyar dikin. Li aliyê din, dema em neçin leşkeriyê, ji bo dayina bedêlê leşkeriyê ketina di faîzê mewzûbehs e. Li hember van herdu rewşan, divê em tercîha kîjanê bikin?

Bersiv: Dayina faîzê, derfetdayina ku yek faîzê bixwe û alîkarkirin e ku fermaneke Xwedê Teala bin pê bibe. Eger tu rewşeke zerûrî tune be divê meriv nekeve rêyeke wiha. Li leşkeriyê qedexeyeke bi navê qedexeya kirina limêjê tune ye. Kesên ku dixwazin leşkeriyê mekin û bedêl bidin, ne ku bi rêya krêdiyê belbî divê hewl bidin ku bi awa û rêyeke din bedêla leşkeriyê bidin.