Fetwayen Kurdi
Sukûkên bêfaîz, ma birastî jî bêfaîz in?

Sukûkên bêfaîz, ma birastî jî bêfaîz in?

Pirs: Sukûkên bêfaîz, birastî jî bêfaîz in?

Bersiv: Di salên dawî de di piyaseyên fînansê yên ku bi navê “Îslamî” tê wesifandin de têgeha sukûkê ku bi mena sertfikaya kirê ye, belav bûye û di bin navê sertfikaya kirê ya bêfaîz, derketiye piyasayê. Hal ew e ku ev sertfika, herçiqas bi navekî cuda be jî di rastiya xwe de îbaret e ji pratîka temlîkkirina deynên bi faîz e.

Pratîka heyî, ji aliyê huqûqî û aborî ve ne muamela kirêkirinê ye. Belbî li hember xeyrîmenqûlên ku bi gerew hatiye nîşandan, deyneke ku ji gel tê daxwazkirin. Meblaxê ku di bin navê bedêla kirê de tê dayin, faîza ku soza wê ji deyndêran re hatine dayin e. Di fiqha Îslamê de ev, bi navê “Beyu‘l-îstîxlal” tê binavkirin û ev muameleya deynên bi faîz e.

Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê mijarê de ji kerema xwe re serî li lînka jêr bidin:

http://www.kurandersi.com/mukayeseli-fikih-muzakereleri/2012/alternatif-bir-finansal-urun-olarak-kira-sertifikalari-sukuk.html