Fetwayen Kurdi
Xetera fetwadayina kesên ne ehil

Xetera fetwadayina kesên ne ehil

Pirs: Kesên bêqabiliyet eger hêza “fetwadayinê” di xwe de bibînin, gelo dê çawa bi encam bibe?

Bersiv: Di mijarên dînî û tenduristiyê de pir kes xwe rayedar dijimêrin. Hal ew e ku di van mijaran de tewsiyeyên şaş, hem dinya meriv hem jî axreta meriv reş û tarî dikin. Meriv nikare serî bi vê rewşê re derxe, lê belê ev, ne tiştekî ji meqamê bijîşkan kêm dike û ne jî kesên di fetwadayinê de xwedî qabiliyetinn bê kar dihêle. Lewra kesên xwedîaqil baş dizanin dê serî li kê bidin.