Fetwayen Kurdi
Fetwa çi ye?

Fetwa çi ye?

Pirs: Cara yekem min serî li malpera we da. Bi wesîleya pirtûkeke Seydayê Abdülaziz min xwest ez serî li malpera we bidim. Di malpera we de beşa “Fetwayan” bala min kişand û min hinekî lê nerî. Di hin mijaran de we fetwa dane. Ji dêla fetwayan, eger we tewsiye binivîsandana gelo dê ne baştir ba? Ma ji bo fetwadayinê hebûna licneyekê ne pêwîst e? Eger heyeta we hebe jî gelo vê desthilatdariya han kê daye we? Lewra em di dewleteke Îslamê de (ji aliyê rêvebirinê) najîn. Ji bo fetwadayinê, ma hebûna welatekî ku hukmê Îslamê lê dimeşin, ne lazim e? Eger hûn min agahdar bikin ez ê şad bibim.

Bersiv: Fetwadayin, di mijareke olî û huqûqî de ragihandina nerînê ye. Ji vê bonê hewcedarî bi hebûna dewleteke Îslamî tune ye. Kesên fetwayan didin (muftî) seyda ne û nerînên xwe radigihînin. Kesên ku nerînên wan mentiqî û hevgirtî bibînin dê li gorî wan nerînan tev bigerin, eger nebînin dê ji muftiyekî din bipirsin û li gorî fetwa wî ‘emel bikin û tev bigerin.

Her roj çi bi rêya telefonê çi jî bi rêya înternetê ji çar aliyên dinyayê bi dehan pirs ji Weqfa Suleymaniye tên kirin. Ev pirsên han, -li gorî mijara xwe- ji aliyê heşt zanyarên ku her yek di qada xwe de pispor e ve tên bersivandin. Bersivên ku tên amadekirin, ji aliyê Abdülaziz Bayındır ê ku 21 salan li Muftîtiya Stenbolê Serokantiya Heyeta Fetwayan kiriye ve tên kontrolkirin û ji têkildaran re tên şandin. Ne hemî pirsên ku hatine bersivandin belbî yên ku munasib hatine dîtin, di malpera me de tên weşandin. Fetwayên ku di malpera me de tên weşandin, daxuyaniya di derbarê nav û paşnav û navnîşana e-postayê û hwd. ji tiştên ku bi nasnameya pirsyar ve têkildar e cih nagire.