Fetwayen Kurdi
Em êdî zinanin em ê bi kîjan fetwayê emel bikin. Divê em çi bikin?

Em êdî zinanin em ê bi kîjan fetwayê emel bikin. Divê em çi bikin?

Pirs: Seyda, min beşeke mezin ji fetwayên we vekola. Bawer bikin, ji fetwayên berê yên ku min xwendibûn êdî min endîşe kir. Niha fikra min tevlihev bûye. Ez çi bikim, ma ez tiştên ku berê min xwendibûn bi temamî ji serê xwe biavêjim? Hûn nabêjin çi?

Bersiv: Eger hûn delîlên tiştên berê bizanibin û ji we re rast û saxlem tên, hûn dikarin li ser wan dewam bikin. Lê belê eger tiştên ku hûn ji malpera me dixwînin li ser delîlên saxlem hatibin avakirin, divê hûn wan qebûl bikin. Lewra peywira we ku hûn bidin pey rastiyan.