Fetwayen Kurdi
Fetwayên ku seyda didin, gelo çima ne mîna hev in?

Fetwayên ku seyda didin, gelo çima ne mîna hev in?

Pirs: Hin fetwayên we bi fetwayên hin seydayên din re li hev nakin. Jixwe fetwayên her seydayî ji fetwayên ên din cuda ne! Çima hûn heman tiştî nabêjin? Di vê rewşê de em ê li gorî kîjan fetwayê ‘emel bikin? Ma li gorî ya ku bikeve serê meriv? Eger em şaş bikin jî gelo em mesûl in, gunehê wê di stûyê kê de ye?

Bersiv: Divê hûn ne li gotinê binihêrin; belbî divê hûn li awa û şeklê gotinê binihêrin. Mîna di bersiva kesên ku dibêjin “caiz e” li delîlên wan binihêrin. Piştre li delîlên kesên dibêjin “ne caiz e” binihêrin… Delîlên kê bihêztir û saxlemtir bin, li gorî wê hûn ê tev bigerin. Eger hûn vê nekin û hûn ya ku ji we re xweş tê hilbijêrin, hûn dibin mesûl.