Fetwayen Kurdi
Bê hebûna nîkahê meriv nêzî yekê/yekî bibe

Bê hebûna nîkahê meriv nêzî yekê/yekî bibe

Pirs: Ev demeke dirêj e ku li dibistanê têkilatiya min bi yekî re heye. Malbatên me jî hevdu nas kirin. Em gelekî cidî ne û me peyman da hev. Ji ber ku em dixwînin encax piştî çend salên din em ê bikaribin bi hev re bizewicin. Dîsa jî dilê min diqilqile û dibêjim ma rast e ku ez pê re wexta xwe derbas bikim. Di demên dawî de xwest ku bi destê min bigire, lê min qet qebûl nekir. Lê ev jî heye heke Xwedê hez bike, derdora me tev dizanin ku em ê bizewicin. Aya caiz e ku ez pê re bigerim û bi destê wî bigirim?

Bersiv: Li gorî ku ji pirsa we hate fêhmê, di halê hazir de di navbera we û wî de tu pêwendî tune ye. Ji ber vê ew, ji bo we biyanî ye. Eger hûn pir dixwazin, di navbera xwe nîkaha fermî bibirin, piştî kutakirina dibistanê jî hûn ê daweta xwe bikin. Ji bilî vê rewşê, ne caiz e ku hûn nêzî hev bibin.