Fetwayen Kurdi
Eger 40 roj ji çilê pîrekê derbas bibe, divê çawa tev bigere?

Eger 40 roj ji çilê pîrekê derbas bibe, divê çawa tev bigere?

Pirs: Çil roj ji çilê pîrekê derbas bû. Xwîn hêj nesekiniye. Bo kirina limêjê divê li benda sekinandina xwînê bisekine yan jî piştî ku çil roj derbas bû herçiqas xwîn neskine jî divê xwe bişû û dest bi kirina limêjê bike?

Bersiv: Di rewşa çilê pîrekê de herî pir çil roj xwîn tê dîtin. Xwîna ku piştî vê demê ji pîrekê were, ne xwîna nîfasê ye.

Vê xwîna ku navê îstihazê lê tê kirin, mîna xwîna ku ji endamên meriv ên din tê ye. Pîreka ku di rewşeke wiha de be berpirsyariya kirina limêjê ji ser ranabe. Her wiha dikare bi zilamê xwe re têkeve munasebeta cinsî jî.