Fetwayen Kurdi
Erbabê pîşeyên giran dê çawa rojiyê bigrin?

Erbabê pîşeyên giran dê çawa rojiyê bigrin?

Pirs: Ji ber ku xwediyên pîşeyên mîna agirkujî, bijîşkî û hwd. divê mesaiyeke giran bixebitin, heke rojiyê bigrin dê nikaribin erka xwe bi rêk û pêk bi cî bînin. Kesên wiha divê di meha Remezanê de çi bikin?

Bersiv: Kesê sax û saxlem (ji bilî rewşên ku hindik tê dîtin û gelek taybet in) tu rewşeke ku mirov van pîşeyan bi rojiyê derbas bike tuneye. Ji ber ku erbabê van pîşeyan di şert û mercên normal de jî (mîna nobet û hwd.) mesaiyeke giran dikin, jixwe bi sedem pîşeyê xwe hînî van şertan bûne. Lê eger nexweş bin, ruxset û destûra ku ji her kesî re heye wê gavê ji wan re jî heye û ji ber nesaxî û nexweşiyê dikarin rojiyê negrin.

Çavkanî: Zeki Bayraktar, “Oruçlu Hastalar İçin Bazı Tıbbi Öneriler”, Kitap ve Hikmet Dergisi/Kovara Kitêb û Hikmetê, Temmuz-Eylül/Tîrmeh-Îlon 2015, Sayı/Jimar: 10, rp. 21.