Fetwayen Kurdi
Ya baş ku meriv çend caran biçe hecê yan jî wî pereyî înfaq bike?

Ya baş ku meriv çend caran biçe hecê yan jî wî pereyî înfaq bike?

Pirs: Kesê carekê hec û ‘umreya xwe kiribe, gelo careke din ku biçe hec û ‘umreyê jê re bi xêrtir e yan jî ku wî pereyî bide feqîr û belengazan?

Bersiv: Ji aliyê şexsî ve, çûna hec û ‘umreyê baştir e. Lewra kesê ku hec û ‘umreyê dike hem wî pereyi di riza Xwedê Teala xerc dike hem jî wextê xwe bi wê îbadetê re derbas dike.