Fetwayen Kurdi
Gelo di navbera Mislimanên cîhanê yekîtiyek di fetwadayinê de heye?

Gelo di navbera Mislimanên cîhanê yekîtiyek di fetwadayinê de heye?

Pirs: Gelo hemî mislimanên cîhanê di heman mijarê de her gav heman hukmî didin? Ango ma di navbera muslumanên cîhanê di mijara fetwayan de yekîtiyek heye? Gelo rêya rast ez ê ji kîjan zanyarî bigirin û çawa hîn bibim?

Bersiv: Fetwadayin, di mijareke olî û huqûqî de ragihandina nerînê ye. Ji vê bonê hewcedarî bi hebûna dewleteke Îslamî tune ye. Kesên fetwayan didin (muftî) seyda ne û nerînên xwe radigihînin. Kesên ku nerînên wan mentiqî û hevgirtî bibînin dê li gorî wan nerînan tev bigerin, eger nebînin dê ji muftiyekî din bipirsin û li gorî fetwa wî ‘emel bike û tev bigere. Di vê mijarê de ku her kes biryareke hevbeş bide ne mumkin e. Lewra fetwa, di rewşên ku di ayet û hedîsan de hukmekî aşkere tune be, tê dayin. Di vê rewşê de li dijî xwezaya tiştan e ku hemî zanyar biryareke hevbeş bidin. Çawa yên ku fetwayên rast didin hene, her wiha yên ku fetwayên şaş didin jî dê hebin. Ji aliyê meriv ve tiştê pêwîst ku meriv lêkolînê bike. Meriv dê delîlên kesên fetwayan didin bipirse û li gorî delîlên wan yekê hilbijêre.