Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare ji nezra xwe bixwe?

Ma mirov dikare ji nezra xwe bixwe?

Pirs: Kesê ku boraqa nezrê dide, ma ew û malbata xwe dikarin jê bixwin?

Bersiv: Kesê ku boraqa nezrê dide, ne ew û ne jî malbata wî ji usûl û firû‘an nikarin jê bixwin. Yanî dê, bav, bapîr, dapîr, zarokên wî û neviyên wî jî nikarin bixwin. Belbî divê ku bide feqîr û belengazan. Eger ew an jî yekî ji malbata wî jê bixwin divê bi qasî qîmeta tiştê ku jê xwarine, pereyan sedeqe bidin.