Fetwayen Kurdi
Ma meriv dikare termê miriyên xwe bişewitîne?

Ma meriv dikare termê miriyên xwe bişewitîne?

Pirs: Di Îslamê de hukmê şewitandina termê miriyan çi ye?

Bersiv: Li gorî dînê me şûştin, kefenkirin û çalkirina cenazeyan ferz e. “Ev kirina han di Qur’ana Pîroz de ji aliyê Xwedê Teala ve bi însan hatiye hînkirin. Behsa kurê Hezretî Adem dema heyirî bê ka wê çi bi termê birayê xwe yê kuştî bike, wiha tê kirin: “Xelî li serê min be! Ez nebûm wekî vî qijikî, vêca ku ez cendekê birayê xwe veşêrim. Êdî ew bû ji poşmanbûyan![1] Di hin ayetên din de ne yekser belbî bi rêya îşaretkirinê behsa pêwîstiya veşartina termê miriyan tê kirin.[2] Veşartina termê mirî, ji bo paqijiya derdor, tenduristî, parastina rûmeta însên û ji bo bîranîna mirinê pir hikmetan di xwe de dihewîne.”[3]

Di derbarê termê kesê mirî de ji Pêxember (s.a.w) hedîseke wiha tê ragihandin. Hezretî Eyşe (x.j.q) dibêje Pêxember (s.a.w) wiha ferman kiriye:

Şikandina hestiyê mirî wekî şikandina yê zindî ye.[4]

Yanî çawa di saxîtiyê de şikandina hestiyê însên, ne caiz e, her wiha yê miriyan jî ne caiz e. Şewitandina termê mirî jî mirov dikare têxe bin vî hukmî û bi vî awayî binirxîne.



[1] Maîde, 5/31.

[2] Taha 20/ 55, Murselat 77/25-26; ‘Ebese, 80/21-22.

[3] Mustafa Uzunpostalcı, “Defin”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), IX, 86.

[4] Muwetta, Cenaiz 15; Ebû Dawûd, Cenaiz 58-60; Îbn Mace, Cenaiz, 63.