Fetwayen Kurdi
Ma nezra ku ji cureyê wê îbadet tune be, dibe nezir?

Ma nezra ku ji cureyê wê îbadet tune be, dibe nezir?

Pirs: Dema ku ez di dibistanê de xwendekar bûm, min hin qirîzên derûnî derbas kirin û min gelek soz û qewl dabûn. Mesela carekê ji seydayê Mizgefta ku li hember mala min bû re got ku ez ê du mirîşkan serjê bikim û bidim ên xwedî îhtiyac. Niha divê ez çi bikim? Ma ez wan mirîşkan li cihê ku lê dijîm serjê bikim û li feqîran belav bikim durist e?

Bersiv: Yek ji şertê qewlê (nezir), divê ku ji cureyê wê ‘îbadetek hebe. Ji ber ku ji mirîşkê qurban çênabe, qewlê (nezir) wê jî çênabe. Ji ber vê yêkê ne lazim e ku tu mirîşkê serjê bikî.