Fetwayen Kurdi
Hukmê kirîna diwîzan bi rêya sîstema Forexê, gelo durist e yan na?

Hukmê kirîna diwîzan bi rêya sîstema Forexê, gelo durist e yan na?

Pirs: Ez dixwazim hukmê diwîzguhertinê /kirîn û firotina pereyan, ji bazarên navnetewî bi rêya sîstema Forexê, hîn bibim. Forex; bazarek ku Awro, Dolar, Sterlînê Înglistanê û Yenê Japonyayê tê de tên firotin. Taybetmendiya esasî di bazarê de, muamele bê ku pereyê neqît bê bikaranîn, tê kirin. Ji bo vê di serî de li şirketa Forexê hesabek tê vekirin û ji bo telafîkirina zirarên ku mumkin e pêk werin temînat tê razandin. Şirket, dikare bihêle ku mirov 100 qat an jî 400 qatê teminata xwe bikire û bifiroşe. Mîna temînata mirov 1000 dolar be, îmkana ku mirov heta 400 hezarî bikire û bifiroşe heye. Ferqa di navbera kirîn û firotinê de (spread), kar an jî zirarê derdixe meydanê. Tîcarereke bi vê usûlê helal e yan na?

Bersiv: Forex, ne kirîn û firotina pereyan/diwîzguhertin e. Di vê piyase û bazarê de tevdê kirîn û firotinan xeyalî ne. Lewra muamele bi diwîzên tune ku derbasî hesab bibin tê destpêkirin û dîsa bi diwîzên tune tê guhertin. Di vê kirîn û firotina xeyalî de kar û zirarên ku derdikevin meydanê wekî rastî bin derbasî hesabê mirov dibe. Pereyê ku li hesabê şirketê tê razandin, sirf ji bo tehsîlkirina zirarên ku mumkin e çêbibin, wekî temînatê hatiye razandin. Ê ku kar dike û tu carî zirar nake her dem şirketa Forexê ye.

Ev ne ticaret e, belbî tiştekî batil e ango ne kirînên rastî ne, belbî xeyalî ne. Qezenckirina bi vê rêyê jî heram e. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Gelî bawermendan! Di navbera xwe de malên hev bi neheqî nexwin, lê bele ji bazirganiyeke ku we bi dilê xwe li hev kiribe hûn dikarin bixwin. Xwe nekujin; Bêguman Xwedê teqez ji bo we pir birehm e.”[1]



[1] Nîsa, 4/29.