Fetwayen Kurdi
Ji ber tedawiya spîralê xwîna ku berî dema adetê tê, ma dibe asteng bo limêjê?

Ji ber tedawiya spîralê xwîna ku berî dema adetê tê, ma dibe asteng bo limêjê?

Pirs: Xwîna ku bi sebeb tedawiya spîralê beriya dema cila ji pîrekê tê, gelo dibe asteng bo kirina limêjê?

Bersiv: Ji aliyê bijîşkî ve xwîna cila, herî zêde 7 rojan didome. Eger xwîna xwînmehê ji 7 rojan derbas bibe yan di xeyrî wexta adetê de di navberê de xwîn were yan jî lekeyên xwînê bên dîtin, ev rewşên han dibe ku nîşana nexweşiyekê be. Di van halan de divê meriv serî li bijîşkekî/ê bide. Di encama muayene û tetkîkan de eger nexweşiyek hebe dê bê dermankirin.

Hebûna lekeyan û dirêjbûna dema adetê cila, zêdeyiya mîqdarê xwîna xwînmehê, bi sedem bandora RİA (Navgînên di Malzorokê de) derdikeve holê. Xwîn û lekeyên ku ne di gava adetê de tên dîtin, ji xwîna cila nayên jimartin. Ji lewra ev nabin asteng bo têkilatiya mêr-jinê û kirina limêjê.

Em tewsiye dikin ku hûn li pirs û bersivên di lînkên jêr de ne jî binihêrin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1432

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1427