Fetwayen Kurdi
Ayeta 159’an ji sûreyê Nîsa ya di bara Îsa (a.s) de, divê em çawa fêhm bikin?

Ayeta 159’an ji sûreyê Nîsa ya di bara Îsa (a.s) de, divê em çawa fêhm bikin?

Pirs: Gelo mebest ji cînavka “ه” (wî/ew) ya ku di sûreyê Nîsa ayeta 159’an de derbas dibe çi ye? Lewra hin kes wê cînavkê dikin delîl ji bo hatina Hezretî Îsa berî rabûna qiyametê.

Bersiv: Kesên dibêjin ku Hezretî Îsa dê dîsa were, cînavka “ه” (wî/ew) bi bal Îsa alyehisselam vedigerînin. Li gorî vê nerînê cînavk, wî nîşan dide. Di zimanê Erebî de cînavk ê/a herî nêz nîşan dide, da ku yê/ya dûr nîşan bide hewcedarî bi qerîneyekê heye. Ya nêzî cînavkê, bêjeya ehlikitêb e. Dema cînavk bi bal wê ve vegere, ev mena derdikeve holê:

Ji yên ehlikitêb tu kes nîn e ku berî mirinê, bi Îsa baweriyê neyine.”

Di vir de meqsed ji yên ehlikitêb, Cihû ne. Ev jî tê mena ku ew, heta bimirin dê di derbarê Îsa aleyhiselam de bigihîjin qenaetekê. Ango her Cihû berî mirina xwe dê pê baweriyê bîne.

Baweriya wan pê, nayê wateya ku dê vê baweriyê bijîn. Dema hûn bi kûrbînî li Qur’anê binihêrin, hûn ê bibînin temamê kafiran li ser tiştên ku divê pê baweriyê bînin bi borîna demê re qenaeteke tam bi wan re çêdibe. Ji ber ku piştre li gorî wê tevnagerin, nikarin xwe li pêşberî Xwedê Teala biparêzin. Lewra dewama ayetê vê yekê îsbat dike: “Roja qiyametê dê li ser wan, bibe şahid.” Eger hîn qenaeta ku Îsa aleyhiselam Pêxember e bi wan re çênebûbe bimirin, wê gavê ev di aleyhê wan de nabe hincet. Lewra tu kes, ji tiştê zêdeyî hêza xwe berpirsyar nayê girtin.

Tu qerîneyeke ku vegera vê cînavkê bi bal Îsa aleyhiselam ve pêwîst bike jî tune ye. Li berevajî vê yekê, asteng heye. Ev jî ev e: Eger Îsa aleyhiselam dê berî rabûna qiyametê dîsa sax bibe, piştre jî temamê ehlikitêb dê pê bawer bikin; wê gavê divê temamê ehlikitêban jî ji nûve sax bibin da ku pê baweriyê bînin. Lewra ayet dide nîşandan ku dê tu yek ji wan jî paşde nemînin. Eger bê gotin, bi tenê yên ku di gava saxbûna wî de dê pê baweriyê bînin, ev tê mena ku yên berî vê jiyane bê baweriya pê mirine. Ev qerîneyeke girîng e ku dibe asteng bo vegerandina cînavkê bi bal Îsa aleyhiselam ve.