Fetwayen Kurdi
Ma hedîsa kesê qurbanê serjê neke bila nêzî mizgefta me nebe, sehîh e?

Ma hedîsa kesê qurbanê serjê neke bila nêzî mizgefta me nebe, sehîh e?

Pirs: Ma hedîsa di derbarê qurbanê de ya ku em gelek caran di xutbe û we’zan de dibihîzin: “Kesê derfeta wî hebe û qurbanê serjê neke, bila nêzî mizgefta me nebe” gelo sehîh e?

Bersiv: Riwayeta têkildar wiha ye:

مَنْ وَجَدَ سَعَةً فَلَمْ يُضَحِّ فَلَا يَقْرَبَنَّ مُصَلَّانَا

Kesê ku derfeta wî hebe û qurbanê serjê neke, bila nêzî limêjgeha me nebe.”[1]

Beyheqî û ji muhedisên Henefiyan Îmam Zeyleî, di berhemên xwe de ev riwayet bi awayê “mewqûf” ango ne mîna gotina Hezretî Pêxember, belbî bi şeklê spartina bi bal sehabiyan ve ragihandine.[2]

Hin muhedisan jî seneda vê riwayetê rexne kirine û diyar kirine ku “zeîf e”.[3]

Ji ber vê yekê ev riwayet ji aliyê senedê ve ne sehîh e û ji lewre nabe delîl bo hukmê îbadeta qurbanê.

Bo agahiyên berfirehtir di derbarê ferzbûna serjêkirina qurbanê de ji kerema xwe li navnîşanên jêr binihêrin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kurana-gore-kimlerin-kurban-kesmesi-gerekiyor.html

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kurban-kesmede-maddi-durumu-iyi-olmanin-olcutu-nedir.html



[1] Îbn Mace, Edahî, 2; Ehmed kurê Henbel, Musned, II, 321; Hakim, el-Mustedrek, II, 422.

[2] Beyheqî, es-Sunenu’l-Kubra, II, 260; Zeyleî, Nesbu’r-Raye, IV, 207.

[3] Bnh. Bûsirî, Misbahu’z-Zucace, III, 222; Îbnu’l-Cewzî, et-Tehqîq, II, 161.