Fetwayen Kurdi
Ma jin dikarin bêyî lixwekirina goreyan nimêj bikin?

Ma jin dikarin bêyî lixwekirina goreyan nimêj bikin?

Pirs: Ma jin dikarin bêyî lixwekirina goreyan nimêj bikin?

Bersiv: Bi sedema ku ji bilî dest, rû û lingan temamê bedena pîrekê xeml/zînet/ewret hatiye qebûlkirin û divê ku were nixumandin, jina ku nimêj dike -ji bilî dest, rû û lingan- divê temamê bedena xwe bipoşîne. Ji ber ku ewret nehatiye jimartin[1], lixwekirina goreyan di dema kirina nimêjê de ne şert e.

JÊDER: Yahya Şenol-Enes Alimoğlu, İnsanlık Tarihi Boyunca O Namaz, Weşanên Weqfa Sulaymaniyeyê, Çapa 3yem, Stenbol, 2016, rp: 174.

[1] Li gorî ku telebeyê Ebû Henîfe, Hesenê kurê Ziyad riwayet kiriye, wî wiha gotiye: Nihêrtina li (jêrê gûzeka) lingê pîrekê mubah e. Îmam Tehawî jî beşdarî vê nêrînê bûye. Lewra pîrek di karên wekî kirîn û firotinê de çawa dikare li pêşberî mêran dest û rûyê veke, her wiha pêkan e mecbûr bimîne ku dema pêxas an jî bi şimikê bimeşe jî ku lingên xwe nepoşîne. Lewra dibe ku her gav pêlav, potîn (ji pêlavên ku temamê ling dinixumînîn) peyda neke. Bnr: Seraxsî, el-Mebsût, c: 10, rp: 153. Wekî din bnr:  www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/basortusu-ve-ortunme.html