Fetwayen Kurdi
Mêr mir. Jin, du law û çar keçên wî hene. Mîrat dê çawa bê teqsîmkirin?

Mêr mir. Jin, du law û çar keçên wî hene. Mîrat dê çawa bê teqsîmkirin?

Pirs: Bavê me mir. Ma em 2 law, 4 keç û dayika me dê mîrata wî di nav xwe de çawa teqsîm bikin?

Bersiv: Hevsera kesê mirî ango dayika we dê heştyeka mîratê 1/8 bigre. Tiştê mayî jî dê di navbera zarokan de –bi awayê ku para law bi qasî para du keçan be- were belavkirin.

Li gorî vê dema temamê mîratê 64 par/hisse were qebûlkirin: Dayika we heştyeka (1/8) mîratê ango 8 hisseyan digre. Her kur 14 hisseyan û her keç jî 7 hisseyan digre. 8+14+14+7+7+7+7=64.