Fetwayen Kurdi
Mêrekî 25 salî, ma dikare yeka 46 salî re bizewice?

Mêrekî 25 salî, ma dikare yeka 46 salî re bizewice?

Pirs: Ez xortekî 25 salî me. Pîreka ku ez dixwazim pê re bizewicim 45 salî û jinebî ye. Yeka ku jê hezdikim, rûmet û qîmet didimê. Dê xebera malbatên me ji nîkahê çênebe. Em dixwazin hîn bibin ka gelo ev karê me çiqas rast e yan jî li gorî fermanên Xwedê Teala rastiya vê çi ye?

Bersiv: Mêr, dikare bi yeka ku jixwe mezintir re bizewice. Lê belê ji bo zewacê destûra weliyê pîrekê pêwîst e. Heta ev şert pêk neyê, nîkah nayê birîn.

Weliyê pîreka ku hûn dixwazin pê re bizewicin kî be (bav, bapîr, kur, bira, ap û hwd.) divê hûn di serî de biçin cem wî/wan. Eger ew bi hinceta temenê we li dijî vê zewacê derkevin, hûn serî li Daîreya Mahrbirînê bidin û nîkaha xwe bibirin. Nîkaha xwe ya dînî jî piştî ya fermî bibirin.

Ji xincî vê bê ku xebera tu kesî jê çêbibe, hûn nikarin nîkaha xwebi dizî bibirin. Lewra çênabe ku nîkah bi dizî were birîn. Ji bo duristbûna nîkahê şertê sereke, ku ev nîkah ji aliyê rayedarekî ve were kontrolkirin. Ew jî di serî de weliyê keçik/pîrekê ye. Di rewşa ku ew tune bin an jî bi behane û hincetên pûç û vala li dijî zewacê derkevin, meqamên fermî dikevin şûna wan.

Ji bo çend pirs û bersivên mîna vê ji kerema xwe re nivîsên di navşîna jêr de ne bixwînin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1890

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=3741

Ji bo agahiyên berfireftir di derbarê nîkaha bê destûra malbatê hatibe birîn ka dibe-nabe ji kerema xwe re nivîsên li lînkên jêr de bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/velisiz-nikah.html

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/nikah-sozlesmesinde-veli.html