Fetwayen Kurdi
Meriv dikare bi keçika ku bi xwişka meriv re ji heman pîrekê şîr vexwariye re bizewice?

Meriv dikare bi keçika ku bi xwişka meriv re ji heman pîrekê şîr vexwariye re bizewice?

Pirs: Pîrekek, bi zaroka/ê xwe re şîr dide zaroka/ê eqrebayekî xwe jî. Dema ev herdu zarok mezin dibin, birayê keçika ku şîr vexwariye dixwaze, bi keça pîreka -ku şîr daye xwişka wî- re bizewice. Gelo ev herdu dikarin bi hev re bizewicin?

Bersiv: Keçika ku ji pîrekê şîr vexwariye, keça wê pîrekê ya şîr e. Ji vê bonê nikare bi zarokên wê yên kur re bizewice, ango heram e. Lê belê, xwişk û birayên keça şîr, tu têkilatiya wan bi pîreka şîr dayiye re tune ye. Ji ber vê yêkê birayê keça şîr, dikare bi keça pîreka ku şîr dayiyê re bizewice.

Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê mijara eqrebatiya bi rêya şîr de em tewsiya dikin ku hûn dersên me yên di lînkên jêr de ne, temaşe bikin.

http://www.kurandersi.com/konulu-kuran-sohbetleri/2009/sut-akrabaligi-1.html

http://www.kurandersi.com/konulu-kuran-sohbetleri/2009/sut-akrabaligi-2.html