Fetwayen Kurdi
Nimêja şevê kengî û çawa tê kirin?

Nimêja şevê kengî û çawa tê kirin?

Pirs: Nimêja teheccudê çawa tê kirin? Eger dê çar qam were kirin, di rûniştina yekem de bi tenê tehiyyat tê xwendin, an duayê sellî-barik jî pê re tê xwendin?

Bersiv: Ji nimêja nafîle ya şevê re “nimêja teheccudê” tê gotin. Ev nimêj jî, mirov piştî nimêja eşa heta fecra sadiq hinekî razê û paşê rabe, tê kirin.

Li gorî ayeta 79an ji sûreyê Îsra nimêja şevê bi tenê li Pêxemberê me aleyhisselam ferz e, ji bo bawermendan “sunnetê muekked e.” Ya ku li temamê muminan ferz e, pênc wext nimêjên di şev û rojê de tên kirin. Jixwe ew nimêj jî bi ayetan sabit in. Pêxemberê me bi vê gotina xwe ev rastiya han destnîşan kiriye: “Piştî nimêja ferz, nimêja herî bi fezîlet nimêja şevê ye.” (Muslim, Sıyam, 202 (1163), 203)

Fezîleta vê nimêjê gelekî pir e. Kesên salih yên beriya me li ser kirina vê nimêjê berdewam bûne. Ev îbadeteke ku mirov nêzî Xwedê dike, dibe asteng li pêşiya gunehan û wan vedişêre. (Bnr: Tirmizî, De‘awat, 115)

Li gorî riwayeteke ku ji Ebû Hureyre hatiye ragihandin, Pêxemberê me aleyhisselam wextê herî bi fezîlet ji bo kirina nimêja şevê wiha diyar kiriye:

“Piştî nimêja ferz, nimêja herî bi fezîlet, nimêja şevê ye. Eger tu şevê bi bal du qisman ve dabeş bikî, wexta herî bi fezîlet ji bo nimêjê beşa dawî ye. Eger bi bal sê qisman ve dabeş bikî, ya herî bi fezîlet wexta navîn e.” (Tecrîd-i Sarîh Tercemesi ve Şerhi, c: 4, rp: 16)

Nimêja şevê, mîna nimêjên nafîle/sunnet yên din tê kirin. Bi tenê di der barê xwendina bi deng an jî bêdeng de mirov serbest e. Eger mirov bixwaze dikare qiraetê bideng bixwîne.

Eger nimêja şevê dê ji du qaman zêdetir were kirin, ya baş ku mirov di qama duyem de selamê bide. Lê belê eger dê bi selamekê çar qam werin kirin, wê gavê dê di rûniştina yekem de bi tenê tehiyyat bê xwendin, ango duayê sellî-barik nayê xwendin.