Fetwayen Kurdi
Piştî berdanê mirov kengî dikare bizewice?

Piştî berdanê mirov kengî dikare bizewice?

Pirs: Dema mirov jina xwe berde kengî dikare bi yeka din re bizewice? Ma şert e ku demeke diyarkirî raweste? Tu cudahî di navbera dema sekna mêr û jinê de heye?

Bersiv: Piştî ku berdan pêk hat, tu demeke ku divê mêr bisekine tuneye. Lê belê heta ku dema sekna jina wî ya hatiye berdan xelas nebe mêr nikare bi xwişka wê, keçên birayê wê, meta wê yan jî xaltiya wê re bizewice. Lewra heta ku dema ‘iddeyê wê neqede jin bi temamî ji mêr naqete.

Piştî berdana yekem û duyem da ku jin bikaribe bi yekî din bizewice divê dema ‘iddeyê xwe derbas bike. ‘Idde jî ji bo yên ku dikevin xwînmehê sekna sê paqijiyan e, ji bo yên nakevinê sê meh in, ji bo yên ducanî jî heta hemla xwe dînin.

Heke mêr xwediyê niyeteke baş be bêyî nîkaheke nû bibire, dikare di hundirê ‘iddeyê de li jina xwe vegere û zewaca xwe bidomîne,

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=287

Temamê van tiştên ku hatin gotin ji bo berdaneke rast û durist ya ku piştî zewaceke rast pêk hatiye, derbas dibin. Şertê yekem ji bo nîkaheke rast û durist, divê ku nîkah bi rizaya keç û pesendkirina malbatê hatibe birîn û ev zewac nehatibe veşartin. Nîkahên ku ne bi vî rengî hatine birîn ne meqbûl in!

Da ku berdan -piştî nîkaheke ku li gorî şertên pêwîst hatibe birîn- pêk were hin şert hene. Lewra berdan ne bûyereke ku bi gotinê bi tenê çêbibe. Muameleyeke ku hin rê û rêbazên wê yên diyarkirî hene. Bêyî nihêrtin û îtibarkirina van rê û rêbazan berdan pêk nayê.

Di malpera me de hem di der barê nîkaha dînî hem jî di der barê berdan û şertên wê de gelek zanyarî hene. Hûn dikarin pirs-bersivên di navnîşanên jêr de bixwînin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1689

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1691

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1693

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=335