Fetwayen Kurdi
Rojiya nezir, ma divê ku li pey hev were girtin?

Rojiya nezir, ma divê ku li pey hev were girtin?

Pirs: Heft roj rojiya min ya qeza hebû. Min qesd kir ku ez wan li pey hev bigirim, eger ez li pey hev negirim tu guneh ji min re heye yan na? Ango gotina min a ku ez ê wan li pey hev bigirim dibe nezir?

Bersiv: Naxêr, ev nabe nezir. Lewra nezir, ‘îbadeta ku li mirov ne wacib be û mirov soz bide Xwedê Teala û li xwe wacib bike re tê gotin. Rojiya ku bi sedemê rêwîtî yan jî nexweşiyê nehatiye girtin ji rojiyên ku qezakirina wan wacib e. Ji ber vê yekê ne pêkan e ku ew bibe rojiya qewl.

Ji ber vê yêkê ev heft rojên ku we gotiye, ne lazim e ku hûn wan li pey hev bigirin. Eger hûn di demên cuda de jî bigirin, we wezîfa xwe aniye cî.