Fetwayen Kurdi
Hukmê firotina meyê li welatên xeyrimuslim çi ye?

Hukmê firotina meyê li welatên xeyrimuslim çi ye?

Pirs: Ez li welatê Ewrûpa li Elmanyayê li dikanek biçûk dikandariyê dikim. Pirsa min: hukmê firotina mey û şerabê, li welatekî xeyrimislim çi ye?

Bersiv: Cihê ku hûn lê dijîn, welatekê xeyrimuslum jî be, ne durist e ku hûn meyê bifiroşin. Lewra fermanên Xwedê Teala li gorî welatan naguherin! Tiştekî ku li welatekî heram be, li hin cihên din nabe helal. Lewra heram li her derê heram e.

Ji bilî vê, Xwedê Teala dema ku behsa tiştên mirovan serxweş dikin bi awayekî taybet negotiye “wan venexwin” “bikarnînin” belbî bi awayekî gelemperî “xwe ji wan dûr bigirin” îfade kiriye.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

Gelî bawermendan! Bêguman mey (şerab), qumar, peykerên çikandî û falên bi zar pîs in, ji karê şeytên in. Nexwe xwe ji wan dûr bigirin, da ku hûn serfiraz bibin.”[1]

Mena xwe ji wan dûr bigirin, yanî bila di navbera we û wan de qonaxek hebe. Kesê ku meyê venaxwe, lê belê di dikana xwe de wê difiroşe yan jî tiştên ku di hedîsê de hatine qedexekirin bike û bifiroşe, ew kes fermana “jê dûrketinê” neaniye cih û qedexeyên Xwedê û Qasidê Wî, binpê kiriye.

Hedîsek ku ji Enes (x.j.q) hatiye ragihandin wiha ye:

“Pêxemberê Xwedê Teala, di tiştên ku mirov serxweş dikin, li deh kesan lanet kiriye: “Ê diguvêşe, ê dide guvaştin, ê vedixwe, ê hildigire, ê dide hilgirtin, ê têne ber mirov, ê difiroşe, ê pereyê wê dixwe, ê dikire û dide kirîn.”[2]

Di bin ronahiya wan ayet û hedîsan de divê ku misilman li her derê li hember helal û heraman haydar û bi hizir be û fermanên Xwedê Teala bi cih bîne.



[1] Maîde, 5/90.

[2] Tirmizî, Buyû‘, 59.