Fetwayen Kurdi
Ma rihstên, Ezraîl e?

Ma rihstên, Ezraîl e?

Pirs: Gelo navê “Ezraîl”ê ku em wî wekî melkemot dizanin di Qur’ana Pîroz an jî hedîsan de dibore?

Bersiv: Navê Ezraîl, di Qur’ana Pîroz û hedîsan de nabore. Muhtemelen koka vê bêjeyê, ji zimanê Îbranî ye (di berhemên zanayên ola Cihûyan de ji dehan zêdetir navê rihstênan tê zikirkirin û yek ji van a jî Ezraîl e) û tê hizirîn ku bi bandora kesên mîna Ke‘b el-Ehbar û Wehbê kurê Munebbih yên ku berê Cihû bûn û paşê Misilman bûne derbasî berhemên Îslamî bûne. (Bnr: Ahmet Sâim Kılavuz, “Azrâil”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê, c: 4, rp: 350-351)

Di Qur’ana Pîroz de qala ferîşteyê ku bi girtina giyanan berpirsyar e bi awayê “meleku’l-mewt” ango “rihstên” tê kirin û tê fêhmê ku rihstên ne yek e. Wegera çend ayetên têkildar wiha ye:

Bibêje: Melekê karspareyê girtina rihê we dê we bimirîne, paşê hûn ê li Rebbê xwe bêne vegerandin.” (Secde, 32/11)

Her Ew e desthilatdarê li ser bendeyên xwe. Parêzgeran bi ser we de dişine. Dema mirina yekî ji we hat, hingî qasidên Me bêkêmasî wî dimirînin.” (En‘am, 6/61)

Mîna di ayetan de di hedîsên bi mijarê re eleqedar in jî de îfadeya “meleku’l-mewt/melkemot” dibore, navê Ezraîl derbas nabe.  (Bnr: Buxarî, Cenaiz, 69, Enbiya, 31; Muslim, Fedail, 157, 158; Tirmizî, Tefsîr, 7; Îbn Mace, Cihad, 10)

Ji van ayet û hedîsan diyar dibe ku ji bo girtinê rihê her mirovî ferîşteyekî rihstênî din heye û ji ber vê yekê li berevajî zanyariyên kevneşopî yên belavbûyî ev ne yekî bi tenê ye;  gelek melkemot ango rihstên hene.

JÊDER: Yahya Şenol, “Bize Soruyorlar”, Kitap ve Hikmet Dergisi, Nisan-Haziran 2015, Jimar: 9, rp: 66-67.

Ji bo temaşekirina bersiva me bi awayê vîdeoyê ji kerema xwe re serî li navnîşana jêr bidin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/azrail-sadece-bir-tane-mi-yoksa-birkac-tane-mi.html