Fetwayen Kurdi
Li malên ku ava germ lê tune ye, mesela desmêj û xuslê dê çawa bê çareserkirin?

Li malên ku ava germ lê tune ye, mesela desmêj û xuslê dê çawa bê çareserkirin?

Pirs: Di mala me ya nû de pirsgirêka me ya ava germ heye. Wekî din jî bi sedem ku min serma girtiye, ez nikarim bi ava sar desmêj bigirim û xusla xwe rakim. Ji ber vê yekê ez nizanim ez ê çawa limêjên xwe bikim. Ma divê ez çi bikim?

Bersiv: Bo rakirina xuslê bi ava germ ne lazim e ku kombî, şofpen an jî termosfona bi kehrebayê hebe. Hûn dikarin li ser ocaxê yan jî li ser tûp hinekî av germ bikin, tevî ava sar bikin û pê xusla xwe rakin. Heta meriv serî li hemî rê û derfetan nede, ne rast û durist e ku meriv bipirse û bibêje ku “ez nikarim xusla xwe rakim, divê ez çi bikim?” Ji bîr mekin ku di roja me ya îroyîn de hîn jî li gelek deveran kombî, şofben tune ne û muslumanên li wan deran dijîn wekî me li we tewsiye kir, xusla xwe radikin.