Fetwayen Kurdi
AZÎNEYA ME

AZÎNEYA ME

Fetwadayin, di mijarek olî û huqûqî de ragihandina nerînê ye. Ji vê bonê, divê meriv bi gelemperî çavkaniyên dînê îslamê ji Qur’ana Pîroz, gotinên Pêxember (s.a.w) û mijarên ku sehabeyan li ser tifaq kirine, bizanibe. Di mijara ku fetwa wê tê dayin, divê meriv ji nerînên zanyarên dînê îslamê jî sûd bigire. Digel hemî van tiştan, rewşa taybet ya kesê ku pirsê dike û şert û mercên ku tê de ye jî girîng e. Di dawiyê de, kesê ku fetwayê dide divê ku qabiliyeta wî ya nirxandina mijaran hebe.

Her roj çi bi rêya telefonê çi jî bi rêya înternetê ji çar aliyên dunyayê bi dehan pirs ji Weqfa Suleymaniye tên kirin.  Ev pirsên ha, -li gorî mijara xwe- ji aliyê heşt zanyarên ku her yek di qada xwe de pispor e ve tên bersivandin. Bersivên ku tên amadekirin, ji aliyê Abdülaziz Bayındır ê ku 21 salan li Muftîtiya Stenbolê Serokantiya Heyeta Fetwayan kiriye ve tên qontrolkirin û ji têkildaran re tên şandin. Ne hemî pirsên ku hatine bersivandin belbî ên ku munasib hatine dîtin, di malpera me de tên weşandin. Fetwayên ku di malpera me de tên weşandin, daxuyaniya di derbarê nav û paşnav û navnîşana e-postayê û hwd. ji tiştên ku bi nasnameya pirsyar ve têkildar e cih nagire.

Weqfa Süleymaniye