Fetwayen Kurdi

Ma tu mehzûra wê heye mirov biçe Rî û Xirqeyê Pîroz ê Pêxemberê me bibine?

Pirs: Ma tu mehzûra wê heye mirov biçe Rî û Xirqeyê Pîroz ê Pêxemberê me bibine?

Bersiv: Yên ku diçin ziyareta Rî û Xirqeyê pîroz ê Pêxemberê me, ne ku tiştekî ji wan hêvî dikin. Yanî van tiştan di navbera xwe û Xwedê de nakin wek navbeynkar û ji van şefaet û alîkariyê naxwazin. Ji bo vê, tu mehzûr nîne ki mirov biçe wan bibine. Lê wek di hemû meseleyan de di vê meseleyê de jî zêdegavî ne tiştekî baş e. Dema kesek ji van tiştan tiştekî hêvî bike û bixwaze, dê ev yek bibe wek şirke.