Fetwayen Kurdi

Ma caiz e jin bibin hakim û parêzer?

Pirs: Bi qasî ku ez dizanim li gorî fiqhê ne caiz e ku jin bibin qazî/hakim. Lê li Tirkiyê jin dikarin bibin hakim an jî parêzer. Gelo caiz e ku jin wek hakim an jî parêzer kar bikin?

Bersiv: Her çiqas li gorî piraniya hiqûqnasên îslamê ne caiz e ku jin bibin serokdewlet an jî hakim, di Qur’an an jî di sepandinên Pêxemberê me de, tu hukmek nîne ku qedexe dike ku jin bibin qazî/hakim.

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/islama-gore-kadinlar-devlet-baskani-veya-yargic-olabilir-mi.html

Alimên mezheba Henefî dibêjin ji xeynî dozên ku hukmê wan hed û qisas be, jin dikarin şahidiyê bikin û wek qazî/hakim wezîfeyê bikin. Ji mufesîran Îbn Cerîr et-Teberî û ji tabîûnan alimên wek Hesenê Besrî û alimên fiqhê yên mezheba Zahirî jî dibêjin, dayîna hukmê jî wek dayîna fetwayê ye loma jin dikarin  di hemû daw û dozan de, wek qazî/hakim wezîfeyê bikin. (Bnr: Mehmet Akif Aydın, “Kadın: İslam’da Kadın”, Diyanet İslam Ansiklopedisi, c: 24, r. 90)

Di roja me de hakim bes dikarin di çarçoveya qanûnên niha de hereket bikin.

Lê yên ku bi awayekî serbest parêzeriyê dikin ne mecbur in her dozê qebûl bikin.  Loma di şûna hakimtiyê de kesek wek parêzer bixebite baştir e.

Her wiha hûn dikarin ji vê lînka li binî jî daxuyaniya me ya li ser xebata jinan temaşe bikin.

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kadinlarin-ihtiyaci-olmadigi-halde-calismalarinin-hukmu-nedir.html