Fetwayen Kurdi

Hukmê li ser kişandina cigareyê çi ye?

Pirs: Hukmê li ser kişandina cigareyê çi ye?

Bersiv: Dînî Îslamê her tiştê ku zirarê dide; beden, eqil, mal, civak û dîn qedexe kiriye. Ji ber ku cigare van hemû taybetmendiyan di nav xwe de dihewîne, bi qenaeta me kişandina cigareyê ne caiz e.

  1. Beriya her tiştî cigare zirarê dide bedena mirovan. Beden wek emanetek e ku Xwedê daye însanan. Divê mirov bedena xwe bi awayê herî baş biparêze û Xwedê çawa xwestibe wisa teslîmî wî bike. Meselen çawa ku ne caiz e kesek rabe bibêje ev bedena min e û dest, pî yan jî organeke din a bedena xwe jê bike; bi heman awayî ne caiz e ku bi kişandina cigareyê re zirarê bide xwe jî. Ji aliyê hemû pisporên tibê ve bi awayekî teqez hatiye îspatkirin ku cigare tiştekî bizirar e û ev yek ji bo hemû dinyayê hatiye îlankirin. Hetta li gorî lêkolînên zanistî %90ê sedema nexweşiyên penceşêrê cigare ye.
  2. Cigare wek ekonomîk zirar e. Çimkî cigareya ku tê kişandin, bi pereyekî tê kirin. Bi kirîna cigareyê re, wek ku mirov wî pereyi ji bo tiştekî bizirar xerc dike. Jixwe her kes bi vê rastiyê dizane. Di ser de kesê ku cigareyê dikişine, di şûna ku wî pereyî ji bo hewcedariyên malbata xwe yên wek xwarin û vexwarinê xerc bike, dide cigareyê. Tiştekî din jî pereyê ku her rojê ji bo cigareyê tê xerckirin, heke mirov bide ser hev, mirov dikare di pêşerojê de bi wî pereyi xêrên mezin bike. Wek mînak kesekî ku cigareyê dikişine heke di şûna wê de wî pereyê xwe bide ser hev, dikare pereyê xwe yê Hecê kom bike. Meselen em kesekî bifikirin ku rojê ji bo cigareyê 20 lîreyî xerc dike. Wek mehane mesrefa vî kesî (30×20) dibe 600 lîre wek salane jî dibe (12×600) 7.200 lîre. Wek tê dîtin kesekî wiha heke pereyê ku her rojê ji bo cigareyê xerc dike, du salan bide ser hev 14. 400 lîreyî dike û ew kes dikare bi vî pereyî biçe Hecê. Yanî kesek dikare bes bi pereyê cigareyê îbadeteke mezin a wek Hecê bike.
  3. Cigare zirarê dide civakê. Dûmana cigareyê atmosferê qirêj dike. Ji ber vê, kesê ku cigareyê dikişine; hevser û zarokên wî di serî de zirarê dide kesên derdora xwe, civaka xwe û hemû dinyayê. Li gorî gotina doktoran, kesekî ku cigareyê nakişîne dema bi kesekî cigarekêş re 4 saetan di heman malê de bimîne, wek ku wî kesî 10 pakêt cigare kişandine û bi vî awayî ew jî zirarê dibine. Ji bo jiyanê av û hewa madeyên gelek girîng in. Çawa ku qirêjkirina avê qedexe ye qirêjkirina hewayê jî qedexe ye.

Mirov dikare van ayet û hedîsan wek delîl nişan bide ku kişandina cigareyê ne caiz e.

  1. “Xwe bi destên xwe nexin nav talûkeyê. Bi awayekî xweş muamele bikin. Xwedê ji kesên ku bi awayekî xweş muamele dikin, hez dike.” (Beqere, 2/195)
  2. “Heqê eqrebe, feqîr û rêwiyan bide wan. Lê bi virde wirde nereşîne. Yên ku bi virde wirde direşînin, hevrêyên şeytên in. Şeytên li hember Rebbê te gelek nankor e.” (Îsra, 17/26-27)

Wek ku her kes dizane dema mirov cigareyê dikişine, wek ku mirov wî pereyê xwe bi avê de berdide û israf dike.

Wek hedîs jî mirov dikare behsa van bike:

  1. Pêxemberê me wiha ferman kiriye: “Li gorî Îslamê divê mirov ne tekeve zirarê ne jî zirara kesekî bike.” (Îbn Mace, Ehkam, 17)

Wek ku her kes pê dizane yê ku cigareyê dikişine him zirarê dide xwe him jî dide derdora xwe.

  1. Dîsa Pêxemberê me ferman kiriye: “Kî baweriya xwe bi Xwedê û roja axretê tîne, bila zirarê nede derdora xwe.” (Buxarî, Rîqaq, 23, Mehr, 80, Edeb, 31, 85; Îbn Mace, Edeb, 4; Ehmed b. Henbel, 2/267)

Malûm e yê ku cigareyê dikişine, bi dûmana wê cigareyê eziyetê dide hevsera xwe, zarokên xwe, kesên li derdora xwe û di ser nimêjê de jî dide cemaetê.

  1. Di roja qiyametê de heta ku evd hesabê çar tiştan nede nikare ji cihê xwe bilepite ku ew jî emrê xwe ji bo çi derbas kiriye, ilmê xwe di kîjan warî de bi kar aniye, mal û milkê xwe ji bo ku xerc kiriye û bedena xwe bi çi awayî ji qewetê xistiye.” (Tirmizî, Qiyamet, 1)

Piştî van agahî û delîlan ne zehmet e ku mirov bibêje, kişandina cigareyê ne caiz e.